Satelayt (Satellite)

Zêdetir

Weşana Zindî (Live)

Temaşe Bike
Bernameyên Me (2023 - 2024)
wesanazindi
direzede
RÊZA WEŞANÊ Bername

Garfield *NÛ*

Niha Di Weşanê De! - 17:20 - 17:21

Ew pisîkê tiral ku ruhê wî di lazanyayê da ye, lêbelê ruhê wî ji duşeman diçe;

Ango Garfield, vedigere!

Garfield, xwedîyê wî Jon û dostê wî yê şîrîn Odie, bi serpêhatîyên bikêf û bitam tên ser ekranên Zarok TVyê.

Derdê wî bi tenê xwarin e lê tiştên ku tên serê wî dê we pir bikenînin.

Lîstik û Kolan

17:30 - 17:35

Ma bê lîstik dibe?! Naa, ew ne mimkin e!

Her wekî ku hûn jî dizanin ji bo lîstinê cihê herî xweş derveyê malê, kuçe û kolan in!

Bernameya “Lîstik û Kolan” di her beşekê da bi lîstikeka nû û newaze me derdixe kolanan.

Jê nemînin!

Jojo & Dapîr

17:40 - 17:52

Bi Jojo & Dapîrê ra, ji bo serpêhatîyan amade bin! Jojo her dem bi meraq û heyecan e û bi Dapîra xwe ra derdikeve kifşê!

Bi hev ra bi lîstikan dilîzin û tiştên nû hîn dibin. Di her beşa vî xêzefîlmî da çîrokeka xweş û dostanîyeka jidil heye.

Li vê cîhana rengîn ku tijî zanatîya Dapîrê û xeyalên Jojo ye, her roj macerayeka nû li hêvîya we ye! Amade bin, kêf û şahî li ber derî ye!

Makîneyên Graceê yên Newaze

18:00 - 18:15

Gracea ajokar ya ku li dinyayê tê nasîn, ji bo bînerên pêşdibistanê gelek makîneyên herî mezin, herî bilez û herî newaze hem dide nasîn hem li ser palgeha her yekê ji wan rûdine.

Di her beşê da ajotineka mişt biheyecan û serpêhatî heye, werin em bi hev ra temaşe bikin!